Cudo

Cudo (bi japonî: 柔道, Hepburn: Jūdō; maneya wê ya rastî: "riya nerm") hunereke cengî a japonî ya modern e ko bêyî silah tê kirin; ew hem sporeke cengî, hem sporeke olîmpîk (ji sala 1964ê ve), hem paralîmpîk (ji sala 1988ê ve) û hem jî beşek ji Lîstikên Commonwealthê ye (ji sala 1990ê ve). Cudo, di qada enternasiyonel de, formeke herî berbiçav a teknîkên avêtinê yên samurayan û parastina kesane ye.[1][2] Cudo di sala 1882yê de ji hêla Kanō Jigorō (嘉納 治五郎) ve wekî hunereke cengî a berhevkirî hate afirandin. Ew ji formên wê yên berê (bi taybetî Tenjin Shinyo-ryu jujutsu û Kitō-ryū jujutsu) bi wê yekê cuda dibe ko giraniyê dide ser randori (乱取り, ango "têkoşîna azad") li şûna kata (形, ango "formên pêşwext hazirkirî"); herwiha elementên lêdanê û terbiya bi silahan jî ji holê rakiriye.[1][2][3] Cudo bi saya qezenca wê ya li hember mektebên jujutsu yên kevneşopî di wan tûrnûvayên ko ji hêla Midûriyeta Polîsan a Tokyoyê (Keishicho Bujutsu Taikai) ve dihatin lidarxistin de populer bû; ew yek bû sebeb ko ew bibe hunera cengî a sereke ya wê saziyê.[1][2] Kesê ku cudoyê dike jê re cudoka (柔道家, jūdōka) tê gotin, û kinçê ko di cudoyê de tê li xwe kirin jî wekî cudogi (柔道着, jūdōgi; ango "kinçê cudoyê") tê binavkirin.
Amaja cudoya pêşbaziyê ew e ko însan dijberê xwe bi qûwet bavêje ser pişta wî, bi girtineke kontrolker wî bê hereket bike, an jî bi girtina movikan an jî bi xeniqandinê, dijber neçar bike ko teslîm bibe. Her çend lêdan û bikaranîna silahan di hin formên pêşwext hazirkirî (kata) de cih digirin jî, ew tişt kêm caran tên terbiye kirin û di pêşbaziyên cudoyê an jî di pratîkên serbest de yasax ne.[2] Saziya rêveber a enternasiyonel ya cudoyê, Federasyona Enternasiyonel ya Cudoyê (IJF) ye û sporvan di çarçoveya çerxa pirofesiyonel a enternasiyonel ya IJFê de pêşbaziyê dikin.
Felsefeya cudoyê li dora du prensîbên bingehîn dizivire: "Seiryoku-Zenyo" (精力善用; bi maneya 'bikaranîna herî bikêrhatî ya enerjiyê') û "Jita-Kyoei" (自他共栄; bi maneya 'xêr û berjewendiya hevbeş').[2][4][5] Ew felsefe û metoda terbiyeyê ya ko ji bo cudoyê hatiye pêşxistin, bûye meselakek ji bo hunerên cengî ên modern ên japonî yên din, yên ko ji Koryū (hunerên cengî ên kevneşopî) derketine holê. Her wiha, cudo bûye bingeha gelek hunerên cengî ên din li çaraliyê dunyayê, wekî Jiujitsuya Brezîlyayî, Krav Maga, Sambo û ARB. Cudo her wiha tesîr li pêşketina formên din ên cengî kiriye, di nav de cengê ji nêz ve, hunerên lêdanê yên hevedudanî (MMA), Shoot Wrestling û formên din ên girtina cengî (submission wrestling) ko amaja wan teslîmgirtina dijmin e.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 2 3 "Britannica, "Judo"". Encyclopedia Britannica. adar 2024.
- 1 2 3 4 5 『日本大百科全書』電子版【柔道】(versiyona CD-ROM ji Encyclopedia Nipponica, "Cudo").
- ↑ Kano 2008, r. 11.
- ↑ "Teaching of Kanō Jigorō Shihan" (PDF). Ji orîjînalê di 30 çiriya pêşîn 2021 de hat arşîvkirin (PDF).
- ↑ "Kodokan Judo Institute, "What is Jita-kyoei?"". Ji orîjînalê di 18 sibat 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 çiriya pêşîn 2021.
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Cudo de hene