Here naverokê

Du

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hejmara 2 (dudu), piştî yekê û berî sisêyan e. Ew jî di nav koma hejmarên xwezayî de ye.

Bikaranîn û cureyên peyva du/dudu di Kurmancî de pir in: du, dudu (li hin herêman -Amed, Farqîn û gelek herêmên din- wekî "dido" jî tê gotin)

  • Gava 2 rengdêr be "du", gava navdêr be "dudu" tê gotin û nivîsandin.
  • Du çêlek. Bîst û du zebeş.
  • Yek, dudu, sisê, çar, ... (di jimartinê de).
  • Dudu hatin sisê çûn (Du meriv hatin sê meriv çûn). Li vir "dudu" ketiye şûna "du meriv" û bûye "navdêr" (cînavka hejmarî, numerical pronoun) û "sisê" jî ketiye şûna "sê meriv" û bûye "navdêr" (cînavka hejmarî, numerical pronoun).
  • Jinên wî dudu ne, çavên wî birçî ne.
  • Duduyên xwe datîne ser sisêyên min.
  • Roja duduyê mehê.